Omêd Sebah: Barzanî rijd e li ser destpêşxeriya xwe ya ji bo karakirina parlementoyê

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Omêd Sebah derbarê karakirina Parlementoya Kurdistanê de ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê di dema borî de destpêşxeriyek derbarê karakirina parlementoyê de pêşkêşî aliyên siyasî kir û rijd e li ser wê destpêşxeriyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di çarçova hevdîtinekê de ligel K24ê, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir, wek Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwazê ji aliyên siyasî dikin, beşdarî çareserkirina pirsên siyasî yên Herêma Kurdistanê bin.

Herwiha Omêd Sebah ragihand, hikûmeta Iraqê pabendî erkên destûrî li beramberî Herêma Kurdistanê nebûye û wek hevbeşekî rasteqîne jî li Herêma Kurdistanê nanêre, vê jî Kurd neçar kir ku bîr li çareseriyeke din bigere, ji ber vê jî referandûmê dikin.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Omêd Sebah amaje bi wê da, ligel ku Pêşmergeyên Kurdistanê şerê DAIŞê dike, lê hikûmeta Iraqê di warê serbazî de ti hevkariyek bo Pêşmerge nekiriye û qebûl nake jî welatên cîhanê hevkariya Pêşmerge bikin.