Neviyê Şêx Seîd hate berdan, darizandin berdewam e

Neviyê Şêx Seîd Efendî, Faysal Firat ku îro bi hinceta li Facebooka xwe ala Kurdistanê belav kiriye, çûbû pêşberî dadgehê, hate berdan lê darizandina wî berdewam e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Neviyê Şêx Seîd Efendî, Faysal Firat ku îro bi hinceta li Facebooka xwe ala Kurdistanê belav kiriye, çûbû pêşberî dadgehê, hate berdan lê darizandina wî berdewam e.

Neviyê Şêx Seîdê Pîran, Faysal Firat 2 roj berê li bajarê Yalovayê li mala xwe ji aliyê polsîn dijîterorê ve hatibû binçavkirin. Îro jî çûbû dadgehê, piştre jî ew hate berdan, lê darizandina wî berdewam e.

Dozger, Faysal Firatî tohmetbar kiribû ku di hejmara xwe ya tûra pêwendiyên civakî “Facebook” de ala Kurdistanê belav kiriye.

Neviyê Şêx Seîdê Pîran, Faysal Firat ji piştî berdanê ji K24ê re ragihand, ku wî li Facebookê wêneya xwe ligel Ala Kurdistanê parve kiribû, ji ber wî jî hate tuhmetbarkirin.

Fly Erbil Advertisment