Barzanî hêvî dike, di vê mehê de dawî bi teror û tundûtûjî bê

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de hatina meha Remezanê li misilmanên cîhanê bi giştî û Kurdistan û Iraqê bi taybetî pîroz kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de hatina meha Remezanê li misilmanên cîhanê bi giştî û Kurdistan û Iraqê bi taybetî pîroz kir.

Di peyama Serok Barzanî de hatiye: “Hêvîdar im hatina meha pir bereket û rehmeta Remezanê bibê cihê xêr û xweşiyê ji bo gelê Kurdistan û hemû mirovayetiyê û dawî hatina teror û tundiyê û nexweşî û belavbûna aştî û pêkvejiyanê û bextewerî ji bo hemû mirovayetiyê.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Parzanî ya bi boneya hatina meha Remezanê:

Bi helkefta hatina meha Remezana pîroz ve, germtirîn pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhanê bi giştî û Kurdistan û Iraqê bi taybetî dikim.

Hêvîdar im hatina meha pir bereket û rehmeta remezanê bibê cihê xêr û xweşiyê ji bo gelê Kurdistan û hemû mirovayetiyê û dawî hatina teror û tundiyê û nexweşî û belavbûna aştî û pêkvejiyanê û bextewerî ji bo hemû mirovayetiyê.

Mesûd Barzanî
30ê Şe'ban 1438 Koçî
26.05.2017