Şirnexî dixwazin ku bajarê wan wek parêzgeh bimîne
Piştî ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di civîna Yekîtiya Jûr û Borsayên Tirkiyeyê de da zanîn ku dê Şirnex ji parêzgehiyê bikeve ev yek ji aliyê Şirnexiyan ve bi xemgînî hate pêşwazîkirin. Şİrnexî amaje dikin ku eger tişteke wiha bibe dê Şirnex di bin bandoreke gelek neyînî de bimîne.
K24 – Şirnex
Piştî ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di civîna Yekîtiya Jûr û Borsayên Tirkiyeyê de da zanîn ku dê Şirnex ji parêzgehiyê bikeve ev yek ji aliyê Şirnexiyan ve bi xemgînî hate pêşwazîkirin. Şİrnexî amaje dikin ku eger tişteke wiha bibe dê Şirnex di bin bandoreke gelek neyînî de bimîne.
Lİ Şirnexa Bakurê Kurdistanê di van rojan de mijara sereke çarenivîsa parêzgehbûna Şirnexê ye ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan dabû zanîn ku dê Şirnex ji parêzgehiyê bikeve û bibe navçe. Ev yek li nava Şirnexê xemgîniyek peyda kiriye. Yek ji van Şirnexiyan jî Seroka Karsazên Jin ên Jûra Pîşesazî û Bazirganî ya Şirnexê Ayşe îskenderoglû ye ku dibêje tişteke wiha bibe dê Şirnex ji aliyê aborî û civaknasîyê ve bikeve rewşeke xirap de û ew amadekariyan dikin ku li dijî vê hewildanê rêzeçalakiyan li dar bixin.
Seroka Karsazên Jin ên Jûra Pîşesazî û Bazirganî ya Şirnexê Ayşe îskenderoglû ji K24ê re wiha axivî: “Jinên Şirnexê ji vê gotinê gelek aciz bûn. Em dixwazin ku em wek parêzgeh bimînin. Aboriya bajarê Şirnexê îro li ser memûran e. Ev biryar dê ji aliyê aboriyê ve Şirnexê bike din ava rewşeke xirap de. Em ê wek jinên Şirnexê li dijî vê biryarê derbikevin.”
Bajarê Şirnexê ev 27 sal in parêzgehe û hemû plan û razemenî jî li gorî statuya parêzgehbûnê hatine dirustkirin. Piştî şerê xedeqan ên nava bajêr jî niha Şirnexî li bendê ne ku bajar ji nu ve were plansazkirin, lê ew niha bi hewildana navçekirina Şirnexê di hêviyên xwe de şikestinekê dijîn. Endamê Baroya Şirnexê Parêzer Alî Bayram jî amaje dike ku divê ev biryar newe cîbicîkirin.
Endamê Baroya Şirnexê Parêzer Alî Bayram got: “Niha herkesî plan û projeyên xwe li gorî parêzgehbûna Şirnexê amade kirine. Pêwîste ku ev yek berçav were girtin. Piştî biryareke wiha neyînî dê her tişt were guhertin”
Saziyen sivîl ên Şirnexê jî ji bo nexşerêyekê ji xwe re diyar bikin civînan li dar dixin û amadekariyan dikin k udi rojên pêşiya me de li Enqere û Şirnexê rêzeçalakiyan li dar bixin da ku ev biryar were rawestandin.