Li Rimêlanê sêyemîn mehrîcana “Dîlanên Kurdistanê” lidar ket
10 komên dîlanan li seranserî bajarên Rojavayê Kurdistanê ji bilî herêma Efrînê ketine nava pişbirkê de û di dawiyê de 3 kom xelatên hersê astên pêşî wergirtin.
K24 – Rimêlan
10 komên dîlanan li seranserî bajarên Rojavayê Kurdistanê ji bilî herêma Efrînê ketine nava pişbirkê de û di dawiyê de 3 kom xelatên hersê astên pêşî wergirtin.
Sêyemîn mehrîcana Dîlanên Kurdistanê li rojava hate li darxistin.
Li hola Aramê Tîgran li bajarokê Rimêlanê komên dîlanê ji tevaya bajarên Rojavayê Kurdistanê amade bûn û jiber rewşa ewlehî, komên Efrînê nikarîbûn beşdar bibin. Komîta amadekar ji berî 2 mehan ve amadekariyên xwe kiribûn û ji nava dehên komên dîlanan tenê 10 kom hatibûne hilbijartin daku têkevine pişbirkê.
Endamê komîta amadekar şêrwan Ferhad ji K24ê re got: “Her komek bi cil û bergekî rengereng û resen, her govendek çîrokek û her çîrokek dîrokek, mebesta me ew e ku folklorê Kurdî yê ku ji heyama dehên salan ve hatine dizîn, vegerînin û pêşkêşî xelkê bikin.”
Komên navbûrî bi cil û bergên rengereng dîlanên curbecur numayiş kirin. Komîta nirxandinê ji 5 kesan amade bûn û li gorî hin pîvanan û şert û mercan, piwanan ji her dîlanekê re dihatin danîn. Komîta nirxandinê tekez kirin ku armanca mihrîcanê, dîlanên Kurdî ji nû ve bêne vejînkirin û ji diziyê bêne parastin.
Endamê Komîta Nirxandinê Ibrahîm Feqe got: “Pîvanên pêşbirkê li ser hin mercan tê avakirin wek, Girêdana dîlanê bi mûzîkê û lîstikvanan re, herweha girêdana mûzîkê û sênaryoya dîlanê û bandora wê liser cemaweran ji alîkî ve û bandora wê liser lîstikvanan bixwe. Liser van mercan piwan têne dayîn û asta dîlanê tê nîşandan.”
Li gorî komîta amadekar pêşbîn bû ji hemû pêkhatên deverê komên dîlanan beşdar bibin, lê ji ber ku piraniya wan amade nebûn, tenê komek ji pêkhata Xiristiyanî beşdar bû.
Sê komên dîlanan bi ser ketin û bi belavkirina xelatan mehrîcan bi dawî bû.