Li Diyarbekirê 59 gund û mezrik hatin qedexekirin
Li Diyarbekirê, li 59 gund û mezrikên bi ser 3 navçeyan ve banga qedexeya derketina kuçe û kolanan hat ragihandin. Qedexe ji bo gundên bi ser Lice, Karaz, Pîran û Hezroyê ve duh (28.05.2017) demjimêr di 18:00’an de hat ragihandin û dê heta bangewaziyeke duyemîn ev qedexe dewam bike.
K24 – Diyarbekir

Parêzgeriya Diyarbekirê, ji bo 59 gund û mezrikên bi ser navçeya Lice, Karaz, Hezro û Pîranê ve banga qedexeya derketina kuçe û kolanan ragihand. Li gorî daxuyaniya parêzgeriyê, qedexe ji bo operasyonên li hember endamên PKK’ê hatiye ragihandin û heta bangewaziyeke duyemîn a parêzgeriyê dê li wan herêmên qedexekirî operasyon dewam bikin.