Barzanî serxweşiyê li Şalaw Elî Eskerî dike
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de, bi boneya koça dawî ya Şêx Reûf Şêx Ebdulah Eskerî serxweşî û hevxemiya xwe arasteyî endamê serkirdayetiya YNKê Şalaw Elî Eskerî û malbata wî kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de, bi boneya koça dawî ya Şêx Reûf Şêx Ebdulah Eskerî serxweşî û hevxemiya xwe arasteyî endamê serkirdayetiya YNKê Şalaw Elî Eskerî û malbata wî kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Mixabin me nûçeya koça dawî ya mamê we birêz Şêx Reûf Şêx Ebdulah Eskerî bihîst, serxweşî û hevxemiya xwe arasteyî tevahiya malbat û kesûkarên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.”
Serok Barzanî daxwaz ji xwedayê gewre kir ku giyanê Şêx Reûf Ebdulah Şêx Ebdulah Eskerî bixe ber dilovaniya xwe aramî û dilniyabûnê bibexşîne her aliyekî.