Li 25 deverên Colemêrgê qedexe hat ragihandin

Li Colemêrgê 25 dever wek "Herêmên Ewlekariya Taybet" hatin ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Colemêrgê 25 dever wek "Herêmên Ewlekariya Taybet" hatin ragihandin.

Parêzgariya Colemêrgê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn, ji 29'ê Gulanê heta 12'ê Hezîranê, di 25 gundewarên Colemêrgê de, qedexe hatiye ragehandin.

Parêzgariyê da xuyakirin, ji ber çalakiyên PKKê li deverê Colemêrgê jiyana asayî û aborî ya welatiyan hatiye astengkirin û ji ber vê yekê biryara operasyonê hatiye dayîn.

Hat ragihandin, bê destûra hêzên ewlekarî ketin û derketina van deveran qedexe ye.