Parlementera HDPê careke din hate binçavkirin
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Besîme Konca careke din hate binçavkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Besîme Konca careke din hate binçavkirin.
Parlementera HDPê ya Sêrtê Besîma Konca di 13ê Berçileya 2016an de hatibû girtin û 3ê vê mehê ji aliyê Dadgeha Duyemîn a Batmanê ve hatibû berdan. Serdozgerê Komarê ya Batmanê nerazîbûn nişan dabû û biryara girtina Parlementera HDPê dabû.
Li ser vê yekê îro polîsên dijî terorê Parlementera HDPê Besîme Koncayê li Firokxaneya Batmanê destserkirin û birin dadgehê.
Ji 4ê Cotmeha 2016an ve û heta niha 10 Parlementerên HDPê girtî ne.