Yildirim: Têkoşîna li Hember PKKê dê berdewam be

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dibêje, heta ku PKK hemû amûr û çekên xwe binax bike û li ser wan beton bike, dê têkoşîna wan berdewam bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dibêje, heta ku PKK hemû amûr û çekên xwe binax bike û li ser wan beton bike, dê têkoşîna wan berdewam bike.

Yildirim beşdarî bernameya fitarê bû û da xuyakirin, PKK xeyal dike,  li teniştê wan dewletekê dirust bike, lê ew vê derfetê nadin wan û da zanîn, heta ku hemû tevir û amûrên şer neyên binaxkirin, dê tekoşîna xwe berdewam bikin.

Yildirim da zanîn, endamên Cemaeta Gulen ku xwe di nav dewletê de bicîh kiriye, ne yek bi yek paqij dikin û di vê warê de, ne bi rehmê, bi dadê tevdigerin û daxwaz kir, tu kes bila têkoşîna hember vê rêxistinê lawaz neke.

Da xuyakirin, bo diyarkirina binpêkirina mafan komîsyonek saz kirine û îdîa û gazindên di vî warî de tên lêkolînkirin.