Li 43 gundên Diyarbekirê qedexe hate ragihandin

Ji ber operasyonan li Diyarbekirê derketina derve li 4 navçe û 43 gundan hate qedexekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji ber operasyonan li Diyarbekirê derketina derve li 4 navçe û 43 gundan hate qedexekirin.

Parêzgariya Diyarbekirê ragihand, bi armanca encamdana operasyonan, qedexeya çûnûhatinê li 43 gundên navçeyên Lice, Pîran, Karas û Hênê yên Diyarbekirê hat ragihandin.

Parêzgariya Diyarbekirê raygeyand, bo destpêkirina operasyonan lidijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wan qedexeya çûnûhatinê li wan gundan ragihandiye, ta wekî ziyana negiha malî û canê xelkê deverê.

Tê zanîn, pêr ji bo 59 gund û mezrikên bi ser navçeya Lice, Karaz, Hezro û Pîranê ve qedexeya derketina kuçe û kolanan hatibû ragihandin.