Biryara girtina Baydemîr hate dayîn

Biryara girtina Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryara girtina Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr.

Parlementer û Berdevkê HDPê Osman Baydemîr ji peyamnêrê K24ê re ragihand, biryara girtina wî derketiye.

Osman Baydemîr ji K24ê re got: “Hîn ez ji naveroka dozê ne agahdar im. Lê ez ê bernameya xwe ya parlamentoyê betal nekim. Ez ê karê xwe berdewam bikim û çi ji destê wan tê bila bikin.”

Ji 4ê Cotmeha 2016an ve û heta niha 10 Parlementerên HDPê girtî ne.