Pêşmerge gundekî li başûrê Mûsilê dorpêç dikin

Hêza Pêşmerge ji ber destê sibê ve, li başûrê Kerkûkê çend gund dorpêç kirin û dest bi pişknîn û lêgerînê kirine, ku li gor zanyariyên hêza Pêşmerge çend çekdarên DAIŞê xwe vedizîne nava wan gundan.

K24 – Kerkûk

Hêza Pêşmerge ji ber destê sibê ve, li başûrê Kerkûkê çend gund dorpêç kirin û dest bi pişknîn û lêgerînê kirine, ku li gor zanyariyên hêza Pêşmerge çend çekdarên DAIŞê xwe vedizîne nava wan gundan.

Cîgirê Fermandarê Lîwaya Du ya Pêşmerge Eqîd Adil ji K24ê re got: “Piştî ku karînên DAIŞê nemaye ku êrîşî sengerên Pêşmerge bike, hewl dide xwe vedize û êrîşî hin mefrezayên biçû yên cuda bike. Em jî wekî hêza Lîwaya Du hatin pişknîn û dûvçûnê li pişt hin çekdarên ku xwe vedizîne nava gundan bikin.”

Tê zanîn, duh 5 - 6 çekdarên DAIŞê li qezaya Dubiz li rojavayê Kerkûkê xwe vedizin û derbasî piştî çeperên hêzên ewlehiyê bûn û şer û pevçûn di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên ewlehiyê yên wê navçeyê de derketibû.