Endamê Polîtburoya PDK-Sê hat azadkirin
Li bajarê Qamişlo, Endamê Polîtburoya PDK-Sê Neşet Zaza ji girtîgehên Rêveberiya Xweser hat azadkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Qamişlo, Endamê Polîtburoya PDK-Sê Neşet Zaza ji girtîgehên Rêveberiya Xweser hat azadkirin.
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, îro Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Neşet Zaza piştî 14 rojan ji girtîgehên Rêveberiya Xweser serbest hate berdan.
Endamê Polîtburoya PDK-Sê Neşet Zaza roja 18 Gulanê ji aliyê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser hatibû binçavkirin.
Her îro, Cîgira Serokê ENKSê Fesla Yûsif jî ji girtîgehên Rêveberiya Xweser hatibû azadkirin.
Tê zanîn hîn endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Nafê Ebdulah, endamê Polîtburoya PYKS, endamên Emîndariya Giştî yên ENKSê Mihsin Tahir û Mihemed Emîn Husam jî girtî ne.