Li Diyarbekirê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
Li Diyarbekirê navçeya Licê 3 leşkerên Artêşa Tirk hatin kuştin, 3 leşker û pasewenekî gund birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Diyarbekirê navçeya Licê 3 leşkerên Artêşa Tirk hatin kuştin, 3 leşker û pasewenekî gund birîndar bûn.
Piştî ku parêzgariya Diyarbekirê li sedî zêdetir gundên Licê, Hêne, Pîran, Karaz û Hezroyê qedexeya derketina derve ragehandi, Artêşa Tirk bi beşdariya dehezarê zêdetir leşker, tîmên taybet û parêzvanên gundan dest bi operasyonê kir.
Di roja sêyemîn ya operasyonê de, li bejahiya navçeya Licê şer derket. Li gor agahiyên destpêkê 3 leşker hatin kuştin û 3 leşker û parêzvanekî gundan birîndar bûn.
Operasyona Artêşa Tirk berdewam dike.