Kesayetiyê siyasî yê Kurd Ezîz Mihemed koça dawî kir

Sekreterê berê yê Partiya Komunist a Iraqê û Partiya Komuist a Kurdistanê Ezîz Mihemed îro li Hewlêrê di temenê 93 saliyê de koça dawî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê berê yê Partiya Komunist a Iraqê û Partiya Komuist a Kurdistanê Ezîz Mihemed îro li Hewlêrê di temenê 93 saliyê de koça dawî kir.

Ezîz Mihemed li gundê Bêrkot ya li ser sînorê Iraq û Tikiyê di sala 1924an de jidayik bûye. Piştre jî malbata wan hatiye Hewlêrê.

Di sala1945an de bû endamê Partiya Komunist a Iraqê. Piştre bû berpirsê liqa wê partiyê ya Hewlêrê û piştre jî bû berpirsê liqa bakurê Iraqê.

Di sala 1948an de ligel hejmarek ji endamên Komîta Navendî a wê partiyê hate girtin. Di sala 1949an de Encûmena Urfî ya Leşkerî ya Yekem bi serokatiya Ebdulah Rifat Nasanî cezaya 15 sal zîndan li ser Ezîz Mihemed spand.

Ezîz Mihemed ji ber serkeftina Şoreşa Tîmeha 1958an, ji zîndanê hate azadkirin.

di sala 1964an de bû Sekreterê Partiya Komunist a Iraqê û di kongreya duyem di sala 1970î de, kongera sêyem di sala 1976an û kongreya çarem di sala 1985an de wek sekreterê wê partiyê jî hatibû hilbijartin.

Di sala 1993an de Partiya Komunist a Kurdistanê damezrand û beşdarî kabîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.

Piştî rêkeftina Washingtonê di navbera PDK û YNKê, Ezîz Mihemed wek kesayetiyeke siyasî rola xwe di danûstandinên aştiyê di navbera PDK û YNKê de hebû û serpereştiya çendîn civînên hevbeş a PDK û YNKê kir.