2 sal û nîv zindanîkirin bo parlementera HDPê hate dayîn
Ji bo Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Besîme Koncayê 2 sal û nîv cezaya zindanîkirinê hate dayîn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji bo Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Besîme Koncayê 2 sal û nîv cezaya zindanîkirinê hate dayîn.
Parlementera Sêrtê ya HDPê Besîme Konca bi tohmeta ko bangeşeya PKKyê kiriye hate mehkemekirin. Dadgeha Duyemîn a Batmanê jî li ser îdiayên dozgerî 2 sal û nîv cezaya zindanîkirinê da Besîme Koncayê.
Parlementera HDPyê Konca di 13ê Berçileya 2016an de hatibû girtin û piştî 6 mehan hatibû berdan. Lê çend rojan berî niha ew careke din hate girtin.
Digel Besîme Koncayê 11 Parlementerên HDPê zindanî ne.