Çawîşoglu: Biçekirina YPGê dahatûya Sûriyê dixe metirsiyê

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu dibêje, biçekirina YPGê ji bo dahatûya Sûriyê metirsiyeke mezin e û ew wek Tirkiye vê yekê qebûl nakin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu dibêje, biçekirina YPGê ji bo dahatûya Sûriyê metirsiyeke mezin e û ew wek Tirkiye vê yekê qebûl nakin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu tevî Wezîrê Derve yê Slovenya di konferanseke rojnamevanî de got: "Derbarê biçekirina YPGê de helwesta me zelal e. Piştevaniya bo YPGê, dahatûya Sûriyê dixe metirsiyê. Di heman demê de biçekirina rêxistineke terorê ne tenê bo Tirkiyê, lê bo mirovahiyê metirsî ye.”

Çawîşoglu got jî: “Heman gûman û fikar di welatên Ewropayê de jî hene ku me di civîna Brukselê de ev dît. YPG, kesên ne jixwe Kurd bin jî qebûl nake. Gavên wiha bo yekparçebûna xaka Sûriyê jî metirsî ne.”

Ev daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê di demekê de e, ku Berdevkê Pentagonê Adrian Rankine Galloway duh ragihandibû, Washingtonê çekên sivik û otombîlên leşkerî ji HSDê re birê kir.