Termê Ezîz Mihemed bi xakê hate spartin

Termê Sekreterê berê yê Partiya Komunist a Iraqê û Partiya Komuist a Kurdistanê Ezîz Mihemed ku duh li Hewlêrê di temenê 93 saliyê de koça dawî kir, îro bi xakê hate spartin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Termê Sekreterê berê yê Partiya Komunist a Iraqê û Partiya Komuist a Kurdistanê Ezîz Mihemed ku duh li Hewlêrê di temenê 93 saliyê de koça dawî kir, îro bi xakê hate spartin.

Termê wî siyasetmedarê mezin yê Kurd îro bi merasîmekê li goristana “Girdereşe” li ser rêya Hewlêr û Kerkûkê hat veşartin.

Ezîz Mihemed yek ji serkirdeyên navdar yên Kurdistanê bû ku di salên 1990î de rolek girîng di sekinandina şerê navxwe de lîst.

Sekreterê berê yê Partiya Komonîst ya Iraqê, xwedanê xelata Barzaniyê Nemir jî bû ku sala 2015 ji destê Serok Mesûd Barzanî wergirtibû. Ezîz Mihemed hevalê nêzîk yê Mela Mistefa Barzanî jî bû.