Eger e ku helwesta Tirkiyê ya li hember YPGê biguhere?
Li gorî kulîsan ger YPG dûrî PKKê bibe wê Tirkiye karibe pêwendiyê pê re deynê. Gelo egera vê îdiayê heye? Di nava plansaziya Tirkiyê de ev xal cih digire? Siyasetmedar û rojnamegeran ev mijar nirxandin.
K24 – Enqere
Li gorî kulîsan ger YPG dûrî PKKê bibe wê Tirkiye karibe pêwendiyê pê re deynê. Gelo egera vê îdiayê heye? Di nava plansaziya Tirkiyê de ev xal cih digire? Siyasetmedar û rojnamegeran ev mijar nirxandin.
Tê îdiakirin ji bo YPG bêhtir nêzîkî Tirkiyê bibe wê jê bê xwestin ku xwe dûrî PKKê bike. Gelo ev îdia çiqasî rasteqînî ye? Parlamenterê HDPê Lezgîn Botan diyar kir ya rast ew e ku Tirkiye bi Kurdan re danûstandê bike ji ber ku Gelê Kurd li Rojhilata Navîn dostê Areban, Farisan û Tirkan e. Ne dijminê tû gelan e. Botan got: “Ama kesên dijminatiya Kurdan bikin û bêjin statuya Kurdan û Kurdistanê bila wek berê bimîne, yanî wek xulam û xidam bin, di înşaetên me de bixebitin, leşkeriya me bikin û bila daxwazeke wan ya din jî nîn be, heger hebe jî ew terorîst in, em ê wan bikûjin û qetil bikin; ew kes bila bizanibin êdî ev dem derbasbûye û ne mimkûne.
Parlamenterê HDPê Lezgîn Botan ji K24ê re jî wija axivî: “Wekî hûn dizanin demek dirêj li hemberî Başûrê Kurdistanê jî bêhûrmetiyeke mezin dikirin. Feqat noqte hatiye, ew heqîqat qebûl kirin û ya rast jî ev e. Niha ji bo Rojava jî aynî tişte, mecbûr in. Me cangê mirinê kiriye stûyê xwe. Ji ber ku gelê Kurd ji vê sedsalê kole nebe, gelê Kurd jî azad wek Areb û Farisan bê girtin, bê kuştin, bê tirs, bê lerz û bê mijokarî di axa xwe de jiyanekî bi rûmet azad û demokratîk bijî. Armanca me ev û ev armanc nagûhere. Ji bo vê jî em amadene bi herkesî re biaxivin û danustandinê bikin. Aha em li parlamenê ne destê xwe dirêjî hev bikin milê me li hev dikeve.”
Bi boçûna Erdem Gul bingeha siyasî ya Tirkiyê ne guncaw e ku helwesta li hember YPGê bigûhere, sedema wê jî wek tifaqa di nava AK Partî û MHPê de dest nîşan dike û dibêje; ev tifaq asteng e li ber wan gavên siyasî yên ku di vê derbarê de bên avêtin.
Rojnameger û Çavdêrê Siyasî Erdem Gul got: “Helbet meseleya Sûriyê me ji nêzîk ve eleqedar dike. Ew şerê navxweyî yê li wir û kêşeya sînorên Tikiyê giring in. Di vê qonaxê de bi çavê çavdêrekî ez egera wê yekê nabînim ku helwesta Tirkiyê ya li hember YPGê bigûhere. Di heman demê de ez wan îşaretên ku wê YPG û Kurdên li Sûriyê ji PKKê cuda tevbigere jî nabînim.”
Li gorî çavdêr û pisporan piştî serdana Amerîkayê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniyên xwe de kêm caran behsa YPGê kiriye. Ev yek jî hindek peyaman di nava xwe de dihewîne ku di demên pêş de wê ev peyam hê eşkeretir bibin. Li aliyê din Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Ozturk Yilmaz jî berî niha diyar kiribû, ger PYD, PKKê şermezar bike û bibêje ez piştevaniya xebatên wê nakim dibe ku PYD ji bo Tirkiyê bibe qenalek li Sûriyê.