YPG: Operasyona bajarê Reqayê di rojên bê de dest pê dike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî di çend rojên bê de dest bi “Operasyona mezin” ya kontrolkirina Reqayê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî di çend rojên bê de dest bi “Operasyona mezin” ya kontrolkirina Reqayê dike.

Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd ji “Rueters” re ragihand, HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîk di çend rojên bê de dest bi operasyona bajarê Reqayê bike.

Berdevkê YPGê got jî, niha Hêzên wan niha gihêştine nêzîkî Reqayê û operasyona mezin dê çend rojên bê de dest pê bike.

Tê zanîn ku duh HSDê kontrolkirina bajarokê Mensûra lu rojavayê Reqayê ragihandibû.

HSDê, ku YPGê hêza wê ya sereke ye ji 5 Mijdara 2016an dest bi operasyona bi navê "Hêrsa Ferêt" ya rizgarkirina derdora Reqayê de ragihandibû. Niha jî operasyona HSDê li nêzîkî bajêr berdewam e.