Nivîsgeha Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê bersiva balyozê berê yê Iraqê li Washingtonê dide
Nivîsgeha Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê bersiva daxuyaniyeke balyozê berê yê Iraqê li Washingtonê Luqman Feylî dide, ku di çend kanalan de gotibû: “Rêveberiya Amerîka dijayetiya xwe li hember pirsa referandûm û serxwebûna Herêma Kurdistanê ji Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re ragihandiye.”
K24 – Navenda Mûçeyan

Di vê derbarê de Nivîsgeha Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bersiva Luqman Feylî dide û radigihîne, “Di hemû rûniştinên Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ligel berpirsên pilebilind ên rêveberiya Amerîka de piştevanî û hevsoziya aliyên Amerîkî bo xwastekên gelê me diyar bû û herdu aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku her pirsgirêkek bi jihevtêgihêştin û bi aştiyane çareser bikin.”
Di beşeke din ya daxuyaniyê de hat, “Balyozê berê yê Iraqê ne beşdarî civînan bûye û ne jî agahdarî naveroka wan civînan bûye, nevborî jî ne birîkarê rêveberê Amerîka ye ku li cihê wan daxuyaniyan bibe. Bêgûman rêveberiya Amerîka kanalê xwe hene ku helwestên xwe yên fermî rabigihînin û heta niha daxuyaniya bi awayî jî ji aliyê rêveberiya Amerîka ve nehatiya ragihandin. Babeta referandûm û pirsa serxwebûnê jî pêwendiya wê bi xwasteka gelê me heye û biryardarê dawiyê jî di vê pirsê de welatiyên Kurdistanê ne.”