HSDê bendava Beis kontrol kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bendava Beis bi temamî ji destê DAIŞê kontrol kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bendava Beis bi temamî ji destê DAIŞê kontrol kir.
Peyamnêrê K24ê ragihand, îro şervanên HSDê derbasî bendava Beis bûn û tevahiya bendavê ji destê DAIŞê kontrol kirin. Niha jî şervanên HSDê dest bi paqijkirina wê bendavê ji mîn û paşmayên DAIŞê dIkin.
Bendava Beis 21 k.m li rojavayê Reqayê dikeve û niha bendav bi temamî di destê wan HSDê de ye.
Pêr jî HSDê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî kontrolkirina bajarokê Mensûra ragihandibû.