HSDê dest bi operasyona bajarê Reqayê kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dest bi operasyona mezin a kontrolkirina bajarê Reqayê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dest bi operasyona mezin a kontrolkirina bajarê Reqayê kir.
Berdevkê Fermî yê HSDê Eqîd Telal Silo di konfernaseke rojnamevanî de destpêkirina operasyona bajarê Reqayê ji 3 aliyan ve (Bakur, rojhilat û rojava) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ve ragihand.
Silo got: “Piştî bidawîbûna operasyonên kontrolkirina derdora Reqayê, ku bi serkeftî bidawî bûn, em wek HSDê destpêkirina operasyona mezin a kontrolkirina navenda bajarê Reqayê dest pê dikin.”
Silo amaje bi wê yekê kir, di çarçova 4 qonaxên kontrolkirina derdora Reqayê de, HSDê karî bi dehan hezar sivîl rizgar bikin û ji bo deverên HSDê veguhasin û li gor karînên wan jî pêwîstiyên jiyanê dabîn bikin.
Berdevkê HSDê navên hêzên di operasyona mezin de aşkere kirin ku, YPG, YPJ, Ceyş El-Swar, Cebhet El-Ekrad, Lîwa El-Şîmalî El-Demokratî, Hêzên Eşîretan, Lîwa Mexawîr Humis, Siqor El-Reqa, Lîwa Tehrîr, Lîwa Selaciqa, Hêzên Senadîd, Encûmena Leşkerî ya Siryanî, Encûmena Leşkerî ya Minbicê û Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê ne û bi beşdariya Hêzên El-Nuxbe, hêzên erkê xweparstinê û hêzên asayişê.
Ji aliyê xwe ve, endamê Encûmena Sivîl a Reqayê Fîras Memdoh El-Fehed jî ragihand, ku piştî rizgarkirina Reqayê, ew ê bajarê Reqayê birêve bibin.