Şehîd Bavê Leyla li Kobanê bibîr hat

Salek li ser şehîdbûna fermandar Feysel Bavê Leyla derbas bû. Heval û melbata wî bîranîna şehadeta wî li goristana şehîdan li bajarê kobanê lidar xistin.

 

K24 – Kobanê

Salek li ser şehîdbûna fermandar Feysel Bavê Leyla derbas bû. Heval û melbata wî bîranîna şehadeta wî li goristana şehîdan li bajarê kobanê lidar xistin.

Bi boneya salvegera yekemîn ya şehîdbûna fermandar Feysel Bavê Leyla, Encûmena Leşkerî û ya Sivîl a bajarê Minbicê û Rêveberiya Kantona kobanê û bi beşdariya heval û malbata şehîd Bavê Leyla bîranîna şehadetê li goristana şehîdan lidar xistin, tê de rola wî di şerê Konanê û Minbicê de hat ser ziman.

Bavê Leyla ku navê wî Feysel Sedûn Ebdî bû, di sala 1982an de li Minbicê jideyik bûye û ji destpêka krîza Sûriyê ve çek hilda û dijî rêjîma Sûriyê şer kir, piştre şerê DAIŞê li gelek deveran kir û gelek ceran di şerê Kobanê de birîndar bû.

Melbata Bavê Leyla diyar dikin, ku şehadata wî ne tenê ji bo malbata wî bû, lê wî ji bo gelê Kurd û yê deverê şer dikir û tevî ku şehadeta wî ew êşandin, lê bi vê şehadetê serbilind in.

Şehîd Bavê Leyla, Fermandarê Tabûra Şems El-Şemal bû, her wiha serleşkerê Encûmena Leşkerî ya Minbicê bû. Di şerê kontrolkirina Minbicê û nêzî bajarokê Ebû Qelqel birîndar bû û bi firokeya Hevpeymaniya Navdewletî bo nexweşxaneya bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê hat veguhestin. Di 5 Hezîrana 2016an de li nexweşxaneyê şehîd bû û li goristana şehîdan li axa Kobanî hete oxirkirin.