Li 18 gundên Licê qedexe hat ragihandin
Li 18 gundên navçeya Licê ya Diyarbekirê ji ber operasyona leşkerî, qedexeya derketina derve hat ragihandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li 18 gundên navçeya Licê ya Diyarbekirê ji ber operasyona leşkerî, qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Parêzgariya Diyarbekirê da xuyakirin, li gundewarên navbera Licê û navçeya Darahênî ya Çewlîgê jiber destpêkirina operasyonê qedexeya derketina derve hatiye ragehandin.
Duh li 30 deverên Darahênî qedexe hatibû ragihandin.
Parêzgariya da xuyakirin, heta fermaneke nû qedexe dê berdewam bike û ji welatiyan hat xwestin pabendê biryarê bin.
Parêzgariyê dihema daxuyaniyê de ragehand, qedexeya beriya du rojan ya li ser 10 gundên Pasûrê hatiye rakirin.