Hevpeymaniya Navdewletî: Şerê Reqayê demdirêj dibe
Hevpeymaniya Navdewletî radigihîne, şerê Reqayê şerekî demdirêj û zehmet e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevpeymaniya Navdewletî radigihîne, şerê Reqayê şerekî demdirêj û zehmet e.
Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî Stephen Townsend îro di daxuyanyekê de ragihand, şerê rizgarkirina navenda bajarê Reqayê dê demdirêj be û dê dijwar û zehmet be, lê wê gurzeyeke mezin be li dijî DAIŞê.
Townsend got jî, ewê beredewam bin li ser piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratî (HSD) ji bo jinavbirina DAIŞê li bakurê Sûriyê.
Herweha ragihand, DAIŞê ne tenê gef e li ser Sûriyê û Iraqê, lê belê li ser tevahiya cîhanê.
HSDê îro di konfernaseke rojnamevanî de destpêkirina operasyona bajarê Reqayê ji 3 aliyan ve bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ve ragihand.
Peyamnêrê K24ê ragihand, HSDê derbasî yekem taxa Reqayê bû û şer û pevçûn di navbera HSD û DAIŞê de berdewam in.