McGurk: Operasyona Reqayê bilez dibe

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî de ragihand, DAIŞê beşek ji bajarê Reqayê jidest daye. Pentagonê jî ragihand, hêzên wan yên deryayî di operasyona bajarê Reqayê de piştevaniyê dide HSDê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî de ragihand, DAIŞê beşek ji bajarê Reqayê jidest daye. Pentagonê jî ragihand, hêzên wan yên deryayî di operasyona bajarê Reqayê de piştevaniyê dide HSDê.

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî Brett McGurk li Bexdayê ji rojnamevanan re ragihand, operasyona kontorlkirina bajarê Reqayê her biçe dê bilez bibe û beşek ji Reqayê hatiye kontrolkirin.

Herwiha Berdevkê Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) Eric Bahon di hevdîtinekê de ligel ajanseke Rûsî de ragihand, ku yekîneyên ji wan yên Marenz bi riya mûşekên HIMARS piştevaniyeke temam didin hêzên navxweyî li dijî çekdarên DAIŞê.

HSDê duh, di konfernaseke rojnamevanî de destpêkirina operasyona bajarê Reqayê ji 3 aliyan ve bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ve ragihand.