Li Hesekê, endamekî PDK-Sê hat binçavkirin
Asayişa Rojava li bajarê Hesekê endamekî Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) binçav dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Asayişa Rojava li bajarê Hesekê endamekî Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) binçav dike.
Asayişa Hesekê bi ser mala Endamê Koîmta Şêwirmendiyê yê PDK-Sê Berzan Silêman li taxa Salihiyê de girtin û ew binçav kirin. Herwiha dest danîn ser otombîla wî jî.
Demek e hêzên ser bi Rêveberiya Xweser endam û serkirdeyên ENKSê û partiyên di nava wê de binçav dike, ku heta niha endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Nafê Ebdulah, endamê Polîtburoya PYKS Silêman Oso, endamên Emîndariya Giştî yên ENKSê Mihsin Tahir û Mihemed Emîn Husam di girtîgehên Rêveberiya Xweser de girtî ne.
Emîndariya Giştî ya ENKSê û hijmarek ji serkirde û cemawerên ENKSê jî roja 4 Hizêranê bi armanca serbestberdana girtiyên di zindanên Rêveberiya Xweser de, li pêş nivîsîngeha Netewên Yekgirtî ya li bajarê Qamişlo mangirtinek de lidar xistibûn.