Cîhan di riya Kurdistan24ê re rewşa êrîşên Tehranê dişopîne
Kurdistan24 wek take kenala cîhanê di dema bûyerên îro yên Tehranê de, ji ber veguhastina wêneyên zindî û dawî zanyariyan, bû çavkaniya nûçeyan a piraniya kenalên cîhanê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Kurdistan24 wek take kenala cîhanê di dema bûyerên îro yên Tehranê de, ji ber veguhastina wêneyên zindî û dawî zanyariyan, bû çavkaniya nûçeyan a piraniya kenalên cîhanê.
Piraniya ajans û kenalên navçê û cîhanê, bo veguhastina wêneyên êrîşên çekdarî yên DAIŞê li Tehranê paytexta Îranê, wêne û dîmenên Kurdistan24 bi logoya Kurdistan24ê danîn ser ekranên xwe.
Ne yekem car e ku Kurdistan24 di dema romalkirina bûyerên şer li navçê de dibe çavkaniya piraniya medyayên cîhanê, berê di çendîn bone de, medyayên cîhanê berê xwe dan wêne û dîmenên Kurdistan24ê.