Li nêzîkî Efrînê şer di navbera HSD û çekdarên opozîsyonê de derket
Di encama şer û pevçûnên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û grûpên opozîsyonê li bakurê Helebê de, 2 şervanên HSD û 4 çekdarên opozîsyonê hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama şer û pevçûnên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û grûpên opozîsyonê li bakurê Helebê de, 2 şervanên HSD û 4 çekdarên opozîsyonê hatin kuştin.
Çalakvanên Efrînê ji K24ê re ragihandin, şeva borî şer û pevçûn di navbera HSDê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li herdu gundan Til Rifad û Til Xalid yên di sînorê Efrîn û Ezazê de derket.
Li gor zanyariyên K24ê, di encama şer û pevçûnan de 2 şervanên HSDê û 4 çekdarên opozîsyonê hatin kuştin.
Ji aliyê xwe ve serkirdeyekî opozîsyonê Hisên Hemdan ji ajanseke opozîsyonê re ragihand, ku şeva borî şer û pevçûn di navbera wan û HSDê li nêzîkî nexweşxaneya Niştîmanî li Rojavayê Ezazê derket û di encama şer de 4 çekdarên wan û 4 şervanên HSDê hatin kuştin.
Til Rifat dora 30 k.m li başûrê rojhilata Efrînê ye, roja 15 Sibata 2016an HSDê ji çekdarên Eniya el-Nusrayê kontrol kiribû.