HSDê derbasî navçeya Cezra ya Reqayê bû
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi alîkariya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî derbasî navçeya Cezra li rojavayê bajarê Reqayê bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi alîkariya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî derbasî navçeya Cezra li rojavayê bajarê Reqayê bûn.
Peyamnêrê K24ê li rojavayê Reqayî ragihand, di encama şer û pevçûnên di navbera HSD û çekdarên DAIŞê de, HSD bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî karîn ji aliyê rojava ve derbasî navçeya Cezra bibin.
Peymanêrê K24ê da zanîn jî ku heta niha HSDê kariye bi kûrahîya 1 k.m derbasî nava Reqayê bibin.
Herwiha şer û pevçûn di navbera (HSD) û çekdarên DAIŞê li taxa El-Mişleb a bajarê Reqayê jî berdewam .
HSDê roja 6 Hizêranê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji 3 aliyan ve dest bi operasyona mezin a kontrolkirina bajarê Reqayê kir.