FKKS bi kêfxweşî pêşwazîya biryara referandûmê dike!

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) bi daxûyanîyekê dilxweşiya xwe ji bo ragihandina referendûma Serxwebûna Kurdistanê diyarkir. Kopyeyek ji daxûyaniyê gihişt destê Kurdistan24, ku ev jî naveroka wê ye:

K24 – Navenda Nûçeyan

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) bi kêfxweşî pêşewazîya biryara Serokatîya Herêma Kurdistanê û partî û tevgeran dike ku ewê di 25ê Îlona 2017ê de li başûrê welatê me ji bo serxwebûna Kurdistanê referandûm li dar bixin!

FKKS piştgirîya referandûma serxwebûnê dike û di vî warî de dê xebat û çalakî organîze bike û piştgirîya çalakîyên di vî warî de bike.

8.06.2017
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS)