Nûçegîhanê Kurdistan24 li Reqa brîndar bû

Nûçegîhanê Kurdistan24 Rezwan Bêzar di dema romalkirina operasyona Reqayê de, bi rêya bombeyeke balefireke bê balefirvan ya DAIŞê brîndar bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûçegîhanê Kurdistan24 Rezwan Bêzar di dema romalkirina operasyona Reqayê de,  bi rêya bombeyeke balefireke bê balefirvan ya DAIŞê brîndar bû.

Di dema romalkirina operasyona Reqayê digel Hêzên Suriye ya Demokrat balefireke bê balefirvan bombeyek dixe nava tîmeka medyakaran û di encamê de Rezwan Bêzar nûçegîhanê Kurdistan24 brîndar dibe, lê birîna wî sivik e.

Di heman bûyerê de du rojnamevanên din jî brîndarbûn e û hatine veguhastin bo nexweşxaneyê.