PDK – T: Referandûm a serxwebûnê li gelê Kurd pîroz be!

Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye Mehmet Emîn Kardaş, daxûyaniyek derbarê referendum a serxwebûna Kurdistanê belavkir. Kopyeyek ji vl daxûyaniyê gihişt destê Kurdistan24. Ev jî naveroka daxûyaniyê ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye Mehmet Emîn Kardaş, daxûyaniyek derbarê referendum a serxwebûna Kurdistanê belavkir. Kopyeyek ji vl daxûyaniyê gihişt destê Kurdistan24. Ev jî naveroka daxûyaniyê ye.

 

Li ser banga berêz Serok Mesud BARZANİ nûnerênPartıyên  Kurdistanê roja 7’ê Hezîrana 2017 li serê bilind bi serpireştiya serok ê herêmê kombuyinek  pêk hat di vê kombûyinê de biryar hat girtin ku referandoma serxwebûnê di 25ê Îlona 2017 an de çêbibe.Lidarxistina referandoma şopa serxwebûna dewleta Kurdıstanê ye. Em PDK-T  bi hêvîne dê kurd di roja 25. 09.2017’debi degeki pir zêdebiryara çarenûsa xwe bideBi reya referandumê pêvejoya Serxwebunê dest pê tête kirin. Bi vê biryarê netewa Kurd ji pêvejoya tinekirinê xilas dibê,di kevêasta dewletbûyinê.Deweleta Kurdistanê dê li ser qurmê hikimraniya Mîtanî,li herêma kurdistanê zîl bidê.Di nava civaka dewletên Netewayên yebûyin (NY) de, di van xebata n de lobiyekxurt û şahrezayî pêk hat. Netewa Kurd di bû xwedî yêRûmeta xwe. Dema Kurd ji mexdûrbûyinê  xilas bibindivabê mexrûr (bitri)nekin, ji ber ko ji destê dijminan gelekî zilim dîtine, pêviste xwe ji fikr û ramanên tolhildanê bidûr bixin,dadwer û dilovan bin.Der û dorên xwe fêrî demokrasiyê, aramiyê û aşîtıyê  bikin. Ew li rojhilata navîn de bibin misogeriya arami û demokrasiyê. Pêdiviyeke giring bi vê helwestê heye. ji ber ko rojhilata navîn xwedî mîraseke xwînrêje.

 

Em PDK-T  Hêvi dikin piştî referandom çêbû,dewleta serbixwe avabû Serok Mesud BARZANÎ dev ji postê serokatiya dewleta kurdistanê bernedê. Ji ber ku pêdiviya dewleta nû bi berêz Serok Mesud Barzanî hêjî heye.  Ev 20 salin ku hikûmeta herêmê di nava hemî astengiyan û eloziyan de, di binê gef û  êrîşên  hikûmeta Irakê, Îranê, Suriya’yê, Daiş, Haşdi Şabi,PKK, YPG,PYD’ de ye, dİ hûndirê xwe dejî,GORAN, HEVGIRTU,KOMELE YA İSLAMΠ ûwd  ev hemû li dijî serxwebuna kurdistanê û li dijî pdk’ê dinava hewildanan de ne. Bitevli van hemû gef, êrîş û astengiyan, berêz Serok Mesud BARZANÎ bi dilovaniya xwe, bi dilsozî û netewetiya xwe a bê hempa vê herêmê weke dewleteke serbixwe bi aramî û aşîtî birêve dibe. Ev zanabûn û merxasî birastî ne karê her lîdera ye.Di nava dewletên dinyayê de dîplomasiyeke, serkevtî  di meşinê. Em PDK-T jİ ber van xisletên hêja yên  berêz  Serok Mesud BARZANÎ dixwazİn ko ew dev ji postê serokatİyê ne qarê.

 

,Serokê Herêmê Mesud BARZANÎ “dema dewleta serbixwe hat avakirin, ez dê vî emanetî radesti keseki werê ciyê min bikim” gotibû. Bi raya me(PDK-T) ev mutevazîtî  û dilovaniyaCenabê wi ye, lê hêja pêdivî bi serokatiya wî heye.Ger israr bikê dê xeletiyek bête kirin û eloziyên mezin û giran derbikevin. Ji ber van sedeman. Em tîke dikin, berêz Mesud Barzani ji bona postberdanê israr nekê.


Eger berêz dev ji postê Serokatiya dewleta serbixwe berdê dê netewa Kurd  li herçar parçayên Kurdistanê dest bi xwepêşandanan bikin.

                                               

Serokê  Giştî yê

Partiya Demokrata Kurdistanê Tirkiya

Mehmet Emin KARDAŞ

 

 

 

Fly Erbil Advertisment