Li çiyayê Kato 4 endamên PKKê canê xwe jidest dan

K24 – Navenda Nûçeyan

Li çiyayê Kato yê Bakurê Kurdistanê 4 endamên PKKê di encama operasyona asmanî de canê xwe ji dest dan.

Li bajarê Şirnexê, li çiyayê Katoyê ev 52 roj in li dijî PKKê operasyoneke berfireh tê birêvebirin. Sererkaniya Tirkiyeyê di çarçoveya operasyonê de ragihand ku li dijî PKKê herî dawî operasyonek asmanî pêk hatiye û 4 endamên PKKê hatine kuştin.

Sererkanî herwiha  dibêje ji destpêkê operasyona li çiyayê Katoyê heta niha 15 endamên PKKê hatine kuştin.

Ji aliyekî din ve, duh dîsa li bajarê Şirnexê navçeya Qilebanê di encama êrîşeka PKKê de 2 leşker hatibûn kuştin û 3 leşker jî birîndar bûbûn.

Herwiha di encama teqîna duh ya Batmanê de jî leşkerê ku birîndar bûbû, îro canê xwe ji dest da.