HSDê taxa Romanî li Reqayê kontrol kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) sêyemîn tax li Reqayê kontrol dike û sekirdayekî DAIŞê ligel 11 çekdaran dikuje.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) sêyemîn tax li Reqayê kontrol dike û sekirdayekî DAIŞê ligel 11 çekdaran dikuje.

Peyamnêrê K24ê li Reqayê ragihand, şervanên HSDê ku duh derbasî taxa Romanî ya Reqayê bûn, îro jî karîn wê taxê ji destê DAIŞê kontrol bikin.

Herwiha Peyamnêrê K24ê da zanîn, di şer û pevçûnên li taxa Romaniyayê de serkirdayê DAIŞê Ebû Xetab El-Tonisî û 11 çekdarên din hatin kuştin.

Kontrolkirina taxa Romaniya piştî wê tê ku ji pêr ve HSDê taxa Meşleb û Sibahiya li rojavayê Reqayê kontrol kiribûn.

Ev roja şeşemîn e ku operasyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê dest pê kiriye û heta niha HSDê kariye taxên Meşleb, Sibahiya û Romanî li Reqayê kontrol bike.