PDK nûnerê xwe bo komîta referandûmê û rojek bo civîna ligel YNKê diyar dike
K24 – Hewlêr
Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Mesûd Barzanî civiya û pirsa diyarkirina nûnerekî bo komîta referandûmê û biryara aliyên siyasî yên Kurdistanê bo encamdana referandûmê li Herêma Kurdistanê tewerên serek yên civînê bûn.
Li gor zanyariyên Peyamnêrê K24ê, di civîna PDKê de rojek bo civîna ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hat diyarkirin, derbarê nexşerêya YNKê û guftûgokirina derbarê pirsên siyasî yên Kurdistanê de.
Herwiha amaje bi wê jî kir, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî amadeyî civînê bû û derbarê dawî serdana şanda bilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Rûsya û îmzekirina girêbesta petrolê ligel kampayay Rûsneftê de agahî dan serok û berpirsên partiya xwe.
Pirsa karakirina parlementoyê û amadekariyên vê qonaxa nû û rewş û pêşhatên Kurdistan, navçê û cîhanê di civînê de hatin guftûgokirin.