Komisyona referandûmê bersiva berdevkê hikûmeta Iraq dide
Serokê Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê bersiva berdevkê hikûmeta Iraqê dide û radigihîne, tenê welatiyên di sînorê Başûrê Kurdistanê de ne dikarin dengên xwe di referandûmê de bidin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê Hindirîn Mihemed ji K24ê re wiha got: “Kesên ku dikarin dengên xwe di referandûmê de bikar bînin, divê di sînorê Herêma Kurdistanê de û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê de bin. Temenê 18 saliyê derbas kiribin. Li gor amarên ne fermî nêzîkî 6 milyon kes dikarin beşdar referandûmê bibin.”
Piştî civîna Serokê Herêma Kurdistanê ligel aliyên siyasî di 7 Hizêranê de biryar hat dayîn ku roja 25 Îlona îsal referandûmaserxwebûnê Kurdistanê birêve biçe.
Bi diyarkirina roja referandûmê re, Berdevkê hikûmeta Iraqê ragihand, divê hemû Iraqî biryarê derbarê pêşeroja Herêma Kurdistanê de bidin. Vê daxuyaniyê jî karvedaneke mezin ji aliyê siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdistanê û radigihînin ku gelê Kurdistanê bixwe biryarê li ser çarenivîsa xwe dide û ti welatek û neteweke din nikare li cihê Kurd biryarê bide.