Barzanî: Di 25ê Îlonê de çarenivîsa xwe diyar bikin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di daxuyaniyeke medyayî de ragihand, daxwaz ji xelkê Kurdistanê dikim, roja 25ê Îlonê deng bo diyarkirina çarenivîsa xwe bidin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di daxuyaniyeke medyayî de ragihand, daxwaz ji xelkê Kurdistanê dikim, roja 25ê Îlonê deng bo diyarkirina çarenivîsa xwe bidin.

Barzanî îro serokatiya civîneke fereh a serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Pîrmamê kir.

Piştî civînê, Barzanî ji rojnamevanan re got: “Daxwaz dikim ku roja 25ê Îlonê hemû bîne ser sindoqan û nêrîna xwe bidin û çarenivîsa xwe diyar bikin.”