Li çiyayê Cûdî şer derket

Li çiyayê Cûdî ya ser bi Şirnxê ve paswanekî artêşa Tirkiyê hat kuştin û paswanekî gund û leşkerekî din jî birîndar dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li çiyayê Cûdî ya ser bi Şirnxê ve paswanekî artêşa Tirkiyê hat kuştin û paswanekî gund û leşkerekî din jî birîndar dibin.

Li nêzîkî gundê Gilindor ê çiyayê Cûdî hêzeke artêşa Tirkiyê di dema pişknînê de dikevin ber êrîşa çekdarên PKKê û di encamê de paswanekî wî gundî tê kuştin û paswan û leşkerekî din jî birîndar dibin.

Piştre, hêzên artêşa Tirkiyê bersiva teqeyên PKKê didin û demekê şer û pevçûn derdikevin.

Herwiha artêşa Tirkiyê hêzeke mezin dişîne wê deverê û dest bi operasyoneke berfereh dike.