Li Şirnexê 65 kes hatin berdan
Li Şirnexê 65 kesên ku di operasyonên gundewarên Cûdî de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Şirnexê 65 kesên ku di operasyonên gundewarên Cûdî de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Beriya çend rojan 65 kes li gundewarên çiyayê Cûdî û kanzayên komirê, bi tometa alîkariya PKK'ê hatibûn binçavkirin.
Şîniyên gundên Cifane, Akêt û Avkamasiyanê ku di baregehên serbazî de dihat lêpirsînkirin, hatin berdan.
Hat ragihandin, operasyona Artêşa Tirk li derdora çiyayê Cûdî berdewam dike. Îro jî di encama şer û pevçûnên di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de paswanekî gund hate kuştin û paswanekî gund û leşkerekî din jî birîndar bûn.