PDK û YNK nexşerêya YNKê û referandûmê gotûbêj dikin
Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê bo gotûbêjkirina nexşerêya YNKê û pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê di civînê de ne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê bo gotûbêjkirina nexşerêya YNKê û pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê di civînê de ne.
Jêderekî ji Nivîsgeha Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl ji K24ê re ragihand, Polîtburoya PDKê û Polîtburoya YNKê li Hewlêrê bo gotûbêjkirina nexşerêya YNKê bo çareserkirina rewşa Herêma Kurdistanê û pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê û rewşa di civînê de ne.
Ev yek di demekê de ye, roja 7 Hizêranê Serokê Herêma Kurdistanê ligel aliyên siyasî yên di hikûmet û parlementoyê de civiya û biryara dan roja 25 Îlona îsal referandûm bo serxwebûna Kurdistanê bi rê ve biçe.