Beyan Samî: Hewleke mezin dikin, bo komkirina piştevaniyê ji referandûmê re

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka Beyan Samî ragihand, li Amerîkayê her hewlekê dikin bo ji raya giştî ya Amerîka, endamên Kongressê û medyakarên Amerîkî û navdewletî re ronî bikin, ku referandûm mafê rewa yê Kurd e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Beyan Samî ji K24ê re ragihand, revenda Kurdî li Amerîka û Kanada dikarin beşdariyê di serxistina referandûmê de bikin û ew jî dikarin pêwendiyê bi endamên kongerssê û berpirsên hikûmî bikin, bo zortir piştevaniyê ji referandûmê re bikin.

Ronî kir jî, di çarçova hewlên wan ligel hejmarek ji medyakarên navdewletî û Amerîkî çi bi awayekî komel û tekane civiyan e. Herwiha hevdîtin ligel hejmarek ji endamên kongerssê kirine, bo pirsa referandûma Herêma Kurdistanê ji wan re ronî bikin.