Ciwanên Ewropayê piştevaniya xwe bo referandûma serxwebûna Kurdistanê ragihandin

Desteya Birêveberiya Ciwanên Demokrat a Ewropayê di dawî civîna xwe de ku duh 20 Hizêranê li Brokselê paytexta Belçîkayê lidar xist, piştevaniya xwe ji serferandûma serxwebûna Kurdistanê re nîşan da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Desteya Birêveberiya Ciwanên Demokrat a Ewropayê di dawî civîna xwe de ku duh 20 Hizêranê li Brokselê paytexta Belçîkayê lidar xist, piştevaniya xwe ji serferandûma serxwebûna Kurdistanê re nîşan da.

Di civîna Desteya Birêveberiya Lawên Demokrat a Ewropayê de, ji bilî ku bi komdengî piştevanî li referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê kir, di daxuyaniyekê de jî ragihand ku “Ji mafê her welatiyekî ye ku biryara çarenivîsa xwe bide, ji ber wê em piştevaniyê li referandûmê dikin û ji hêvî û daxwazên gelê Kurd têdigihin.”

Yekîtiya Ciwanên Ewropayê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, piştî ku gelê Kurd referandûma xwe encam da, dan bi encamên wê bide.

Herwiha daxuyaniyê amaje bi qurbaniyên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê yên ku di şerê li dijî DAIŞê de dane kir û got: “Pêşmerge bûne parêzvanê hemû pêkhateyên netewî û olî.” û Kurdistan jî wek modela pêkvejiyana aştiyane ya tevahiya pêkhateyan binav kir.