Almanya hevkariyê pêşkêşî navçeyên rizgarkirî dike

Hikûmeta Almanyayê 28 milyon Dolar wek hevkariyeke mirovî dide Herêma Kurdistanê û Iraqê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Almanyayê 28 milyon Dolar wek hevkariyeke mirovî dide Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Di daxuyniyekê de Kuncolê Alamanyayê li Herêma Kurdistanê ragihand, 28 milyon Dolar wek hevkariya mirovî didine rûniştvanên navçeyên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.

Li gor daxuyaniyê, ew beşê pere bo dabînkirina xwarak, ava pak û xizmetguzariyên destpêkê tên xerckirin.

Ji bo navçeyên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, Almanya heta niha 130 milyon Euro wek hevkariyên mirovî daye Herêma Kurdistanê.