Li ser bûyera ku li Licê pêk hatibû, lêpirsîn dest pê kir
Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê li ser Qezaya ku li ser rêya Licê ya Navçeya Diyarbekirê di 20’ê Hezîranê de pêk hatibû û 5 kesên sivîl tê de canê xwe jidest dabûn, lêpirsîn da destpêkirin. Parêzgarê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy di civîneke çapameniyê de ragihand ku, Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê lêpirsîna edlî, wezareta edaletê jî bi peywirdarkirina mufetîşan lêpirsî îdarî daye destpêkirin.
K24 – Diyarbekir

Aksoy anî ziman ku bi egera gelo di qezayê de îhmal û xeletiya hêzên ewlehiyê heye yan jî tune ye, lêpirsîn hatine destpêkirin.
Di 20’ê Hezîranê de, li ser reya Licêya navçeya Diyarbekirê seyareyeke hêzên ewlehiya Turk ya zirxpoşkirî û seyareyeke sivîl lihev ketibûn û di encamê de jî 5 kesên ku di seyareya sivîldabûn canê xwe jidestdabûn û 5 endamên hêzên ewlehiya Turk ku di seyareya zirpoşî de bûn jî birîndarbûbûn.