Operasyona Diyarbekirê bidawî hat
Operasyona Diyarbekirê ya li dijî PKKê ku ev mehek bû berdewam dikir îro bidawî hat.
K24 – Navenda Nûçeyan
Operasyona Diyarbekirê ya li dijî PKKê ku ev mehek bû berdewam dikir îro bidawî hat.
Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand ku, di çarçoveya operasyonê de 3 endamên PKKê canê xwe ji dest dane û 5 endamên PKKê jî bi saxî ketine destê hêzên leşkerî. Herwiha 17 hezar ton heşîş û hejmarek zêde çek û teqemenî û keresteyên xwarinê hatine bidestxistin.
Di çarçoveya operasyonê de herî dawî leşkerek hatibû kuştin, 6 leşker jî birîndar bûbûn.
Operasyon li 6 navçeyên Diyarbekirê di 28ê Gulanê de bi beşdariya nêzikê 10 hezar endamên hêzên ewlekariyê dest pê kiribû û navenda operasyonê jî Licê bû.