2 çekdarên DAIŞê xwe radestî Pêşmerge dikin
Jêderekî ji mihwerê Başûrê Kerkûkê ragihand, 2 çekdarên DAIŞê li nêzîkî gundê Uzeyriye xwe radestî hêza Pêşmerge kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Jêderekî ji mihwerê Başûrê Kerkûkê ragihand, 2 çekdarên DAIŞê li nêzîkî gundê Uzeyriye xwe radestî hêza Pêşmerge kirin.
Li gor zanyariyên wî jêderî, ku yek ji wan çekdaran xwedî pileyeke bilind di DAIŞê de bû.
Tevî ku demek e çekdarên DAIŞê li başûrê Kerkûkê tevgerê dikin, lê fermandarên Pêşmerge amaje bi wê dikin ku DAIŞê di warê serbazî û darayî lawaz bûye û karînên xwe jidest dane.
Çavdêrên serbazî dibînin ku di dema bê de hejmareke zêde ji çekdarên DAIŞê dê xwe radestî Pêşmerge bikin, ji ber ku ji her aliyekî ve ketine dorpêçê û ti rê ji wan re nemaye.