Sozdarê Rêbaza Barzanî, Şêx Beşîrê Sêrtî koça dawî kir

Şêx Beşîr ev demek e nexweş bû û dihat dermankirin. Hat zanîn duh li bajarê Wanê koça dawî kiriye û li Batmanê jî hatiye veşartin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêx Beşîr ev demek e nexweş bû û dihat dermankirin. Hat zanîn duh li bajarê Wanê koça dawî kiriye û li Batmanê jî hatiye veşartin.

Şêx Beşîr Sêrtî di sala 1929an de li gundê Kêver ê ser bi navçeya Dihê ya li Sêrtê ji dayik bûbû û heta dawiya temenê xwe yê 88 salî her doza Kurd û Kurdistanê kir.  

Di Şoreşa Îlonê de wekî şoreşgerekî dilsoz û bêwestan alîkariya birayên xwe yên Başûrê Kurdistanê kir. Herwiha li Bakurê Kurdistanê jî bi awayek çalak di damezirandina Partiya Demokrata Kurdistanê ya Tirkiyeyê de cih girt û xizmet kir.

Ew sozdarê Rêbaza Barzanî, hevrêyê şehîd Seîd Elçî û qehreman û kedkarekî mezin ê têkoşîna neteweperweriya kurdî bû. Wî sûnd xwaribû ku heta Kurdistan ava nebe, ew nazewice.

Şêx Beşîrê Sêrtî heta dawiya emrê xwe pabendê soza xwe bû û nezewicî.

Şêx Beşîrê Sêrtî
Şêx Beşîrê Sêrtî